MATUHAYDER: Fikarên li ser Îmralî zêdetir bûn
MATUHAYDER, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Qûtkirina hevdîtinê fikar zêdetir kirin.” Komeleyê li dijî tecrîdê bang li her kesê kir ku dengê xwe derxe.
MATUHAYDER, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Qûtkirina hevdîtinê fikar zêdetir kirin.” Komeleyê li dijî tecrîdê bang li her kesê kir ku dengê xwe derxe.
Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER), têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin li avahiya xwe ya li Aksaraya Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xist.
Rêveberên komeleyê û xizmên girtiyan beşdarî civînê bûn.
Hevseroka MATUHAYDER’ê Esîn Çelîk bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku ket roja 120’emîn û got: “Jixwe li girtîgehan tecrîd hebû, bi pêvajoya pandemiyê re tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye û her dever hatiye tecrîdkirin.”
Çelîk anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê sepanek nehiqûqî ye û wiha got: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê ev tecrîd were bidawîkirin. Bi tecrîdê re zext jî li ser girtiyan giran dibin. Îdiayên ewlehiya jiyana Birêz Ocalan xetereyê bi xwe re anî. Ev nêzî salekeê ye hevdîtin nayên kirin û bi her awayî tecrîd xwe radixe ber çavan. Her çiqas di 25’ê adarê de hevdîtin hatibe kirin jî lê telefon di nîvî de hatiye qûtkirin. Ev yek jî nayê qebûlkirin. Li dijî yasa û hiqûqê ye. Bi vê qûtkirina telefonê re xetere zêdetir bûne û tecrîd hatiye kûrkirin. Em bi enyad daxwaza xwe ya bila li Îmraliyê hevdîtin pêk were didomînin. Ji bo ev xetere ji holê werin rakirin tenê rêyek wê heye; lazim e bandora tecrîdê hemû were rakirin. Pêwîste daxwaza girtiyên li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de jî demildest werin qebûlkirin.”
Çelîk destnîşan kir ku li aliyekî tecrîd û greva birçîbûnê didome û bi vê yekê re jî girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî û Edîrneyê jî bi rêya malbatên xwe radigihînin her tim ew bi zextan re rûbirû dimînin.
Çelîk diyar kir ku pêwîste zextên li ser girtiyan werin qedandin û şertên girtî dikaribin hêsan tevbigerin bikeve meriyetê.