Masatçi: Huner neçar e şoreşger be
Masatçi: Huner neçar e şoreşger be
Masatçi: Huner neçar e şoreşger be
Hunermend Orçun Masatçi ku ji ber piştgirî da bernameya ji bo Kobanê bû hedefa çapemeniya AKP’ê û got ku rastî tehdîdan tê. Masatçi got: “Dixwazin ew biryarê bidin ku hunermend piştgiriyê bidin kê û di kîjan şertî de hunermendiyê bikin. Di dema AKP’ê de xebatên hunerê jî tên astengkirin. Huner neçar e şoreşger be. Berevajî vê jî redkirin e. Ez di aliyê sosyalîst de nabêjim, lê teqez divê biguhere. Divê li qada ku dimîne temaşevan û hilberînên xwe pêşve bibe.
Orçun Masatçi yek ji derhênerên şanoya Yenîkapi ye. Di heman demê de ji bo Midûrê Çandê yê Şaredariya Konakê hat tayînkirin. Şaredariya Konakê piştgirî da û li ser vê di çapeneniyê kampanyayê reşkirinê hatin destpêkirin. Masatçi jî di nûçeya bi ser navê ‘Mîlîtan Konak’ de hedef hat girtin.
Masatçi li ser pêvajo û şanoyê ji ajansa me re axivî.
TURNUVAYA ALÎ ÎSMAÎL KORKMAZ
Hûn turnuvaya Alî Îsmaîl Korkmaz pêk tînin. Em wisa dest bi sohbetê bikin…
Şanoya Yenîkapi di kongreya xwe de biryara bernameyeke bîranîna kesên di Geziyê de jiyana xwe dest daye da. Li ser vê me Turnuvaya Alî Îsmaîl Korkmaz, Şahiyên Hunerê yên Ahmet Atakan, Berkîn Elvan û Mîhrîcana Şanoyê ya Ethem Sarisuluk pêk anî. Mîhrîcana Medenî Yildirim Bîrlîk jî hebû. Em ê îsal temam bikin. Turnuvaya Alî Îsmaîl bi 44 tîmî destpê kir. 60 serlêdan çêbûn. Niha 48 tîm dilîzin. 16 rojan didome. Di roja 16’an de wê dayika wî Emel Korkmaz bê û bi axaftina wê em ê bi dawî bikin.
Çima tenê bernameyên ku mêr cih digirin hene?
Em di turnuvayê de piştevaniyê esas digirin. Mixabin ji bilî futbolê em nikarin evqas kesî bînin cem hev. Em ên polîtîk û ne polîtîk dikarin bi vî awayî bînin cem hev. Di sehayê de yên dijûnan dikin em derdixin. Dema borî jinan jî cih girt. Jinan gelek mudaxaleyê hakem dikir. Yên dilîzin têkiliya wan ya bi hev re jî girîng e. Tîmek ji karkeran pêk dihat bi sirûda Başûrê Rojhilat ket sehayê. Tîma din apolîtîk bû.
ÊRÎŞ HEM LI HUNERÊ Û HEM JÎ LI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YE
Hûn di rojnameyên Yenî Asir û Sabahê de ji ber tevlî bernameyên piştevaniya ji bo Kobanê bûn hedef hatin girtin, hûn vê çawa dinirxînin?
Êrîşa li hunerê êrîşa li dijî civakê ye. Îro êrîşa Yenî Asir û Sabahê, di heman demê de li civakê ye, li rêveberiyên herêmî ye.Ev li dijî azadiya hunerê êrîş e. Me berê gelek mînak li bajarên Kurdan dît. Mînaka Fîkrî Sonmez a Fatsayê heye. Bi vî awayî êrîşî Şaredarê Gultepeyê Aydin Erten kiribûn. Em li vê baldar bin; bi heman awayî êrîşî şaredaran kirine. Dibêjin ‘terorîst girtine kar’, ‘mîlîtan girtine kar’ ‘yê ku al şewitandiye girtine kar’. Di vir de pirsgirêka Kurd jî wek kaxiza Turnusal maye. Di encamê de Şaredara Konakê Sema Pektaş bi foruman hewl dide rêveberiyeke herêmî ya ku hilberîna hevpar esas digire pêk bîne.
Di heman demê de hewl didin ku ew rê bidin ber hunermend ku piştgiriyê bidin kê, di kîjan şert û mercan de huner pêk tê û li ku dikare bixebite. Dibêjin; Ez te wisa tarîf bikim, ger tu nekevî vê tarîfê tu nikarî di şaredariyê de bixebitî. Şaredarî piştî hibijartinê saziyeke. Ya herkesî ye. Her kesê li vir dixebite dixwaze xizmeta vir bigire. Ez jî wek xebatkarekî şaredariyê dikarin tercihên xwe pêk bînim û ev kesî eleqeder nake. Di civakên medenî de ev wisa pêk tê.
‘EM LI GORÎ ÇI MARJÎNAL IN’
Dixwazin hûn hunermend çawa bin?
Piştî bernameya ji bo Kobanê hate dîtin ku ‘Ger tu ne Serdar Ortaç, Ebru Gundeş, Hadîse, Yalin, Mustafa Cecelî bî, tu marjînal î’. Ji koma me ya muzîkê Praksîs, hevalê me Serdar li rojnameyê geriya û got hûn çawa biryar didin ku em marjînal in û bersiva vê negirt. Gelo em li gorî çi marjînal in, li gorî çi normal in.
JI BO KESÊN DIJ AKP’Ê NE ALÎKARÎ NAYÊ KIRIN
Gelo AKP pratîke ku dixwaze hunerê bi teşe bike temaşe dike?
Li dijî lîstikên me astengiyek mezin heye. Salonê nadin. Dozan vedikin. Hevalekî me ji ber lîstikekê 5 meh ceza girt. Ez di 1’ê Gulanê de ji ber ku li Yenîkapi meşiyam, min du salan ceza girt. Gelek pirgirêkên hunerê bi hikûmetê re hene. Di nava eniyeke hunerê ya bi vî rengî de, piştî Geziyê alîkariyên ji bo şanoyê hatin birîn, alîkarî tên polîtîzekirin û kesên li dijî AKP’ê dertên ji alîkariyan bêpar dimînin. Ez hunermendekî ciwan im. Ez nehatime dema gihandî ya hunermendiya xwe. Ez 37 salî me. Ez ji 97’an heta niha hewl didim hunera xwe derxim holê. Dema min a herî girîng rastî AKP’ê hat. Yenîkapi piştî AKP’ê hat avakirin.
EM ÇÛN VEXWENDIYA MHP’Ê
Di organîzasyonên hunera şanoya we de teamulek tune. Gelo hûn neçarin rolek wisa bigirin ser xwe?
Em hewl didin mînakek xweser ava bikin. Di nava hunerê de ji xwe têkoşîneke xebata xweser heye. Hunermendên rêbazên cuda neceribînin û ne xweser bin dibe ku tune bibin. Em xwe wek rêxistina hunerê dibînin. Em wek parçeyekê gel dibînin. Hunek hunermend dibêjin em hunerê daxînin nava gel. Belê em li cihê ku ew dadixînin disekinin. Em hewl didin hunerê bibin şevneşînan.
Huner neçare şoreşger be. Berevajî vê redkirin e. Ez di aliyê sosyalîst de nabêjim, lê divê teqez mirov biguherin. Li cihên ku mirov dimînin divê mirov temaşevan û hilberîna xwe pêşve bibin.
Ev di projeyên we de krîter e?
Ez tund li vê nanêrim. Yanî em ji bo bihevrabûna ku fêdeyê dide çina karkeran dijîn. Der barê YE’yê de projeyek hatibû. Belkî piştî vê daxuyaniya min neyê jî. Hatibû xwetsin ku em YE’yê vebêjim. Me jî gotibû YE tiştekî ne baş e. Em bi vî awayî cih digirin.
Navberekê şaredariya Fethiyeyê gihişt lutkeyê faşîzmê û şaredariya AKP’ê bû. Bi lîstika ‘serhildan’ em vexwendî kirin. Lîstika serhildan wê demê turneya Ewropayê pêk anîbû. Xelata lîstika herî baş girtibû. Me got her hal ji bo lêdanê ev gazî me dikin. Dîsa jî me got temam em tên. Em heta lîstikê gelek baş kirin mîvan. Lîstik hat lîstin. Lîstika me jî der barê tayînkirina maf a ku netewe qedera xwe bi xwe tayîn dikene. Midûrê MHP’ê piştî lîstikê derket ser dîkê û got: “Hevalan birîneke li Afrîkayê bibîr xist, em spas dikin.”
‘HUNERMEND YÊN HILBIJARTÎ NE?’
Gelo huner di zemîna entelektuel de maye?
Ez wek Marks li Entelektuelê dinêrim. Tiştên ku em dijîn ji xwe entelektuela herî mezin e.
Gelo li şûna entelektueliyê hilbijart e…
Ez tevlî vê nabim. Dixwazin bikişînin. Dixwazin karê xwe wek karê buha nîşan bidin. Şano tiştên ku em dijîn vedibêje. Ji ber vê jî girseyên kedkar ji xwe dewlemendiyeke wan a mezin a çandî, wêje, fêmkirina jiyan û ragihandinê heye. Ya girîng tenê ev li ser hunerê bê rêxistinkirinê ye. Divê sahne jî wek kolanê bê fêmkirin. Mesela Pina Bausch xwe rêxistin kir. Xizanan xwe bi dans kirin û xwe bi operayê îfade kirin. Ya girîng pêkanîn e. Ya girîng ev e ku em reng û estetîka xwe bibînin.
Lîstikvanên şanoyê di sînema û televîzyonê de jî cih digirin?
Dema ez di sînema û televîzyonê de di diziyan de lîstim hevalên min gotin ku lîstikvan î. Mînak mirov nikarin di Kurtlar Vadîsî de bilîzin û bibin şoreşger. Dikaribû di rêzefîlmên din de bilîzin. Tişta ku ez dixwazim bêjim; şanogerek dikare di rêzefîlm de jî bilîze û paşverûtiyê de jî bilîze. Ya girîng ev e ku ji faşîzmê re xizmetê dike yan na.
Hûn gel bi bêeleqederbûna ji bo şanoyê sûcdar dikin?
Gel nayê sûcdar kirin. Lê pergaleke ku gel bi rê ve dibe, heye. pergaleke ku 24 saetan bi rêya televizyon, înternet û telefonê dikeve hişê gel heye.
HUNER BÊ SÛC E
Hûn dikarin dirûşmeya xwe ya ‘Di hunerê de sûc tune’ vebêjin?
Di hilberîna hunerê de ti tiştekî ku bê sûcdarkirin tune. Mînak li Sêwasê dema lîstikek şerîatê hatibû lîstin tank meşiyabûn. Em wê jî sûc nahesibînin.
KÎ YE?
Lîstikên ku nivîsandiye: Huznun Coşkusu, Duşlerin întiharı, Umut, Banka
Lîstikên têde rol girtiye: Ji 1992′an heta niha li Denîzlî, Enqere, Wan û Îzmîrê derhênerî, senarîstî û lîstikvanî kiriye. Ev 6 sal e li Îzmîrê di şanoya Yenîkapi de xebartan dimeşîne.
Fîlmên têde rol girtiye: Denizden Gelen, Dedemin İnsanları
Bernameyên televîzyonê: Kırık Kanatlar, Derin Sular