Maliyeta derziya eboleyê 100 euro ye

Maliyeta derziya eboleyê 100 euro ye

Hewldanên ji bo başkirina virûsa ebola ya li Rojavayê Afrîkayê ya rê li ber mirina deh hezaran kesî vekir, encamê nade.  Tê texmînkirin ku maliyeta derziya ku wê vîrusê baş bike herî kêm 100 euro ye.

Li gorî bîlançoya ku duh ji aliyê WHO’yê ve hatiye dayîn, heta 9’ê Mijdarê 14 hezar 98 kes bi vîrusa eboleyê ketine û ji van 5 hezar û 160 kesî jiyana xwe ji dest daye. Hat gotin ku li Lîberyayê 6 hezar û 822 bûyer pêk hatine û 2 hezar û 836 kes jî mirine.

Li Sîerre Leone jî 5 hezar û 368 kes bi vê vîrusê ketine û  hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 169 e, li Gîneyê hezar û 878 bûyer derketine holê û hezar û 142 kes mirine. Li Nîjerya û Senegalê jî hat gotin ku bûyerên nû tune ne û li du welatan 9 kesî jiyana xwe ji dest daye. Li Maliyê jî 4 kesên bi vîrusê ketibûn sê kesên ku hê dihatin dermankirin jî jiyana xwe ji dest dane. 

DERZIYA EBOLA HERÎ KÊM 100 EURO YE

Lêkolînên li ser dermankirina ebola û derziyan didome. herî dawî li Japonyayê ji bo başkirina eboleyê derziyek hat pêşxistin û hatibû gotin ku encamên baş dane. Xebatên derziyê li DYA, Elmanya, Swîsre û Kanadayê didomin.  Tê gotin ku testên ku tên kirin encamên wan bi mehan didome.

Li aliyê din jî tê gotin ku maliyeta derziya eboleyê gelek zêde ye.  Pispor Bernard R.Ruh got ku maliyeta derziyê herî kêm 100 euro ye.