Malbatên Roboskî banga yekîtiyê li jinan kir

Malbatên Roboskî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Di çalakiyê de bi boneya 8’ê Adarê bang li hemû jinan kirin û gotin:”‘Çawa êşê me hevpar e, divê têkoşîna me jî hevpar be.”

Çalakiya ku malbatên Roboskî yên xizmê xwe di Qetlîama Roboskî de wenda kirine ket hefteya 271’emîn. Malbatên ku xizmê xwe di Qetlîama Roboskî de wendakirine bi boneya 8’ê Adarê piştgiriya xwe ya ji bo jinan diyar kirin.

‘ÊŞÊ ME YEKE DIVÊ TÊKOŞÎNA ME JÎ YEKBE’

Berîtan Encû anî ziman ku di vê axê de gelek zarok, bira û xizmê wê ji hêla dewlete ve hatiye qetilkirin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Em wek jinên Roboskî bang li hemû jin û dayîka dikin,têkoşîna me ya ji bo rondikê çavên dayîkê me bisekinin, ji bo destdirêjî ya li ser jinê bisekine, ji bo êşa Dayîkê Şemîyê, dayîkê Cizîrê yên ku zarokê xwe di sarincê de veşartin, êşa Dayîka Taybet a rojanê cenazeyê wî li kuçeya ma, êşa dayîkê Roboskî yê ku zarokê wan bi bombeyên dewleta Tirk ve perçe perçe bûn, yek e. Çawa êşa me yek e divê têkoşîna me jî yek be.”