Malbatên Roboskê cezayê li wan hat birîn şermezarkirin
Malbatên Roboskê cezayê li wan hat birîn şermezarkirin
Malbatên Roboskê cezayê li wan hat birîn şermezarkirin
Malbatên Roboskiyê ku 34 zarokên xwe di komkujiyê de windakirin, teblîgatên cezayê ku ji wan re hatin di çalakiyê de şewitandin û cezayê li wan hatiye birîn şermezar kirin. Di çalakiyê de Velî Encu, 3 hezar TL cezayê ku ji aliyê dozger ve li wan hatiye birîn şermezar kir û diyar kir ku ev ceza nayê qebûlkirin.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk li Gundê Roboskê bombebaran kirin û 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl ên kurd qetilkirin. Ewil Komîsyona Roboskê ya Meclisê got 'Bi zanebûn pêk nehatiye' û xwestin ser dosyayê bigirin. Piştre Dozgerê Komarê yê Amedê dawî li lêpirsînê anî û dosya teslîmê dozgeriya leşerî kir û xwest lêpirsîn ji aliye leşkeriyê ve bê pirsîn. Herî dawî malbatên ku di roja 500'emîn rojvegera komkujiyê de li ser sînor cihê ku 34 kes lê hatin qetilkirin xwestin komkujiye şermezazar bikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Lê ji ber malbatan li cihê komkujiyê qurnefil danîn û 34 kes bibîr anîn Dozgerê Komarê yê Şirnexê bi hinceta sînor derbas kirine li her malekê 3 hezar TL cezayê pereyan birî.
Malbatên Roboskê di çalakiya Pêncşemê de dîsa li ser gorên zarokên xwe kom dibin û ji bo aqûbeta komkujiyê bipirsin û komkujî ronî bibe çalakîya heftane berdewam kirin. Malbat di hefteya 77'an de dîsa li hev kom bûn û wêneyên zarokên xwe rakirin. Malbatên ku li ber Nexweşxaneya Qilebanê kom bûn, heta Edliyeya Qilebanê meş pêk anîn. Malbatan di meşê de pankarta "Me Roboskî ji bîr nekiriye û em nadin ji bîrkirin" vekirin û siloganên "Katil Erdogan", "Dewleta Faşist dê hesab bide" berz kir. Li ser navê malbatên Roboskê Veli Encu axivî û diyar kir ku 34 welatiyên sivîl hati qetilkirin û ji bo bîranîna wan di roja 500'an de me bîranîn pêk anîn, Ledozgerê Komarê li malbatan 3 hezar TL ceza birî."
Malbatan ji ber cezayê pereyan li ber edliyeyê teblîgatê ceza birî.