Di ser Qetlîama Pirsûsê re ku 33 şoreşgeran dema bi şîara “Em Kobanê jinûve ava dikin” alîkarî dibirin Kobanê bi êrîşa bombeyî ya çeteyên DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, 500 roj bihurîn. Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê bi boneya roja 500. li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de gaziyên Pirsûsê, endamên SGDF’ê, Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû, parêzerên Buroya Hiqûqnasên Bindestan (EHB), rêveberên ÎHD’ê amade bûn.
‘BERPIRSÊN QETLÎAMÊ TÊN PARASTIN’
Destpêkê Hevserokê SGDF’ê Ozgen Sadet axivî, bal kişand ser biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya Qetlîamê û got; “Tê xwestin ku berpirsên qetlîamê, yên tevdîr negirtine bên parastin.” Sadet ji bo kampanya “Guneş’e el ver” a ku ji bo Guneş Erzûrûmoglû bimeşe hatiye destpêkirin jî banga alîkariya lezgîn kir.
Sadet herî dawî got; “Dewletê hesabê van bide. Em ê li kolanan, li her derê bin. Wê girtin, cezayên we me bêzar nekin. Wê têkoşîna me ya edaletê bidome.”
Li ser navê malbatan,Sûltan Yildiz ku hevjîna Cemîl Yildiz ê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dayî ye, xwend û got; “Qetlîama beriya niha bi 500 rojan bi zanebûna midûriyate emniyetê ya navçe-bajêr, walîtî, qeymeqamtî, serokwezîrtî û serokkomartiyê pêk hat. Piştî Pirsûsê êş kêm nebûn; 10’ê Cotmehê li Qada Garê, li bin Mînareya Çar Ling, bi pitikên ku di sarincan de hatin veşartin, li jêrzemînên hovîtiyê û li hê gelek cihan di dilê me bi çendan caran birîn bû.”
Yildiz diyar kir ku bi çendan caran hewl dane bi dozgeran re hevdîtinê bikin, lê daxwazên wan bi cih nehatine, bi bîr xist ku 3 caran dozgerên dosyayê hatine guhertin.
‘DIVÊ EM BI HEV RE MIL BIDIN TÊKOŞÎNA EDALETÊ’
Ji Însiyatîfa Ji Bo Pirsûsê Edaletê Parêzer Ozlem Gumuştaş jî têkîldarî pêvajoya dozê agahî parve kirin û got; “Ev sûcekî şer e. Çeteyên Qesrê ji ber sûcên xwe yên ku ji 20 Tîrmehê ve dikin wê li ber çavên gel bedelê bidin. Me dozek wisa dîrokî daye ser milên xwe, em bang li raya giştî dikin ku xwedî li vê dozê derkevin.”
‘DEWLET WISA NABE’
Li ser navê Birîndar û Şahidên Pirsûsê jî Gaziya Pirsûsê Çagla Seven got; “Ez 29 salî me, qasî temenê xwe ameliyat bûm” û wiha axivî; “Dewletbûn bi xwedîderketina jiyana mirov pêk tê. Welatekî ku ji bo dozekê jî biryara veşartîbûnê dide, ne li ser rêya dewletbûyinê ye.”
