Malbatên leşkerên mirina wan bi guman li Meclisê bûn
Malbatên leşkerên mirina wan bi guman li Meclisê bûn
Malbatên leşkerên mirina wan bi guman li Meclisê bûn
Malbatên leşkerên bi guman mirîn li Meclîsa Tirkiyê civîna çapemeniyê lidarxistin. Malbatan di civînêde xwestin ku sedemên bingehîn û rast yên zarokên wan bêne eşkere kirin.
Malbatên leşkerên ku bi guman mirine îro li Meclîsa Tirkiye civînek ya çapemenî lidarxistin. 35 malbatên ku di destê wande wêneyê zarokên wan hebûn derketin pêşberî kamerayan û daxuyanî dan. Malbatan di daxuyaniyê de daxaz ji dewletê kirin ku sedemê mirina zarokên wan bi awayek rast û aşkere jiwan re bêjin.
Di civînê de parlementerê CHP’ê yê Dêrsîmê Huseyîn Aygûn jî bi malbatan re amadebû. Aygûn di da diyar kirin ku, dinava artêşê de ji sala 2002-2012’an 934 leşker bi awayek bi guman mirine. Sedemê mirina wanjî tenê bi xwe întihar kirinê pênase kirine û serde nixumandine.
Her wiha Aygun got: “ Pêwîste faîlên zarokên malbatan bêne aşkere kirin, doza leşkerên bi guman mirîn êdî li dadgehên leşkerî neyên kirin, li dadgehên sivîl bêne pêkanîn. Pêwîste di meclîsê de jî komisyonek ji bo wan bê avakirin.”
Komeleya Reda Wijdanî jî di civînêde amade bûn.