Malbatên leşker û polîsên zarokên wan ji aliyê gerîla ve hatine girtin, dan xuyakirin, ku yên bûne sedema girtina zarokên wan AKP û dewlet e, ku pêvajoya çareseriyê sekinand û şer roj bi roj mezin dike. Malbatan diyar kirin ku ew dixwazin zarokên wan vegerin û ji kesên ev şer dane destpêkirin xwestin, ku tavilê dev ji van polîtîkayan berdin.
Di pêvajoya şer a ji ber polîtîkayên şerxwaziyê yên AKP'ê û dewleta Tirk de, gelek polîs û leşkerên Tirk ji aliyê HPG'ê ve hatibûn girtin. Her çend dewlet hewl dide vê rewşê bi raya giştî re bide ji bîr kirin, leşker û polîsên dîlgirtî bi rêya ANF'ê bang li rayedaran kirin. Piştî vê banga leşker û polîsan, vê carê jî malbatên wan axivîn û anîn ziman ku ew mexdûrê polîtîkayên şer ên AKP'ê ne û xwestin ev polîtîka were terikandin.
Malbata Muslim Altindaş (20) ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de li ser rêya navbera navçeya Dêrim Pilemûrî û Erzînganê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hat girtin, kêfxweşiya xwe ya ji ber mesaja bi dîmen a bi wesîleya sersalê ji zarokê wan hat, anî ziman. Malbatê, weke berpirsyarê vî şerî işaret bi AKP û dewletê kir û xwest, ku ev polîtîkaya şer tavilê were terikandin. Malbata Altintaş ku bi eslê xwe ji navçeya Riha Xelfetiyê ye û li Dîlokê dimîne, banga sekinandina rijandina xwînê û pêkhatina çareseriyê kir. Bavê leşker Muslum Altintaş Şevket Altindaş (46) diyar kir ku ji dema mesaja bi dîmena kurê wî hat weşandin û vir ve wan gelek caran lê temaşe kirine û bi pênaseya 'çûkeke bê per û bask' hestên xwe bilêv kir.
'EV ŞER BI TENÊ BI KÊRÎ PAYEBILINDAN TÊ!'
Altintaş da xuyakirin, ku dîtina dîmenê kurê wî piştî bi mehan, ew gelekî kêfxweş kiriye û got, "Dema min dîmen dît, mîna ku cîhan hemû ya min e, ez pê kêfxweş bûm. Ez spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku ji bo ev dîmen bigihêje me weşandine, dikim. Ev şer şerekî welê ye ku bi tenê bi kêrî payebilindan tê. Mexdûrên şer dîsa mirovên feqîr û xizan in. Ne tenê derdê min e. Ev derê welatekî ye. Li welatê me kes ne dijminê kesî ye. Gelek komên etnîkî li vî bajarî dijîn. Em ditirsin biaxivin. Lê em ji aliyê xelkê ve tên bikaranîn. Heta ku em ji van rizgar nebin, em ê needilin. Em nebin pêlîstoka van. Ji bo ev şer biqede, çi divê bila were kirin. Bila êdî aştî were. Em dixwazin zarokên me bên cem me."
'EZ ÇÛM ENQEREYÊ, LÊ TIŞTEK NEKIRIN'
Bavê polîs Vedat Kaya ê ji Amedê hat girtin Şehmûs Kaya (57) ê i navçeya Mêrdîn Dêrikê dijî, anî ziman ku dîtina dîmenê kurê wî piştî 6 mehan ew gelekî kêfxweş kiriye. Kaya diyar kir ku piştî kurê wî Vedat ji aliyê gerîlayan ve hat girtin ew bi xwe 3-4 caran çûye Enqereyê, bi rayedarên AKP'ê û dewletê re axiviye û got, "Min çêleka xwe firot, her wiha min deyn kir û bi vî rengî çûm Enqereyê. Min her tişt ji wan re got. Lê belê tiştek nekirin. Dilê me ne rehet e. Weke dê û bavê wî em her du nexweş in. Ji destê me tiştek nayê. Em naxwazin tiştek bi kesî were. Kî ji mirinê kêfxweş dibe? Em nikarin ji dewletê re tiştekî bêjin. Bila zarokên me bên berdan. Bila ev şerê 30-40 salan bi dawî bibe. Ez li welatê xwe di rewşeke zehmet de me. Em gelekî li ber xwe dikevin. Em nikarin ji malê derkevin. Kes ne dijminê kesî ye. Ev sal li tevahiya Kurdistanê bû saleke zilmê."
'HÛN ŞAŞITIYÊ DIKIN, ÊDÎ BIKEVIN SER RÊYA RAST'
Kekê leşker Suleyman Sûngûr ê di 15'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Çewlik Gexî ji aliyê gerîlayan ve hat girtin Îlhan Sûngûr (28) kêfxweşiya xwe ya ji ber dîtina dîmenê birayê xwe anî ziman. Sûngûr da xuyakirin ku ew dixwazin êdî ev şer biqede û got, "Em gelekî baş dizanin ku kî sedema vî şerî ye. Yên ku bûne sedema şer, ew kesên ku pêvajoya çareseriyê qedandine. Ez bang li Serokkomar û Serokwezîr dikim. Êdî bes e. Hûn şaşîtiyê dikin. Êdî bikevin ser rêya rast. Dawî li vî şerî bînin. Ji bo çareseriyê tavilê gavê biavêjin. Li pêvajoya çareseriyê vegerin. Navnîşana yên ku şer anîne vê radeyê, diyar e. Ez dixwazim birayê min tavilê bê nava me. Em dixwazin aştî were û birayê min serbest bê berdan. Êdî vî agirî bitefînin."