Malbatên girtiyan: Bikevin nava tevgerê!

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de banga bihestiyariyê li hêzên demokrasiyê kirin û gotin; “Divê demildest tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi dawî bibe.”

Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAY-DER) têkildarî grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên TÛAY-DER’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê TÛAY-DER’ê Abdulmenaf Kur di civînê de axivî û bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û got: “Em, malbatên girtiyan jî ji bo daxwaza wan bê pejirandin bang li raya giştî dikin û em xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin.”

‘GIRTIYÊN DI ÇALAKIYÊ DE TÊN CEZAKIRIN’

Kur da zanîn ku tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û got: “Rêzdar Leyla Guven di roja 89’emîn de li mala xwe pêşengiya vê berxwedanê dike. Rewşa birêz Guven her roja ku diçe xerabtir dibe. Li girtîgehan jî bi heman daxwazê ji 280 kesî zêdetir girtî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan dixin hucreyên yek kesî. Di bin navê lêpirsînên dîsîplînê de ceza li wan tên birîn. Dermanan nadin wan û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Destûra heyetên serbixwe jî nayê dayîn ku biçin ziyaretê.”

‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DENGÊ XWE DERBIXIN’

Kur diyar kir ku ew bang li hikumetê dikin ku van daxwazên demokratîk qebûl bikin û dawî li pêkanînên bêhiqûqî bînin û wiha got: “Pêkanînên antî demokratîk û pêkanînên faşîzane yên li dijî girtiyan ji serdema 12’ê Îlonê bihûrîne. Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî van pêkanînan li hev bicivin û em dixwazin bibin yek deng. Em bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest gavê biavêjin. Divê hemû sazî û dezgehên mafên mirovan û demokratîk jî helwesta xwe deynin holê û hestiyar tevbigerin. Bêyî ku dereng bibe divê her kes bikeve tevgerê. Em naxwazin encamên nebaş biqewimin. Ev berpirsyariya hemû civaka xwedî wîjdan û ehlaqî ye. Ji ber vê yekê divê desthilatdarî demildest dawî li polîtîkaya tecrîdkirina rêzdar Abdullah Ocalan bîne. Divê malbat û parêzer bikaribin hevdîtinê pêk bînin.”