Malbatên Elman: Em dixwazin têkoşîna şehîdên xwe bidomînin

Malbatên şoreşgerên Elman ên li nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şehîd bûn; malbatên Jakob Rîemer (Şiyar Gabar), Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) û Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) gotin, "Bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan em dixwazin têkoşîna wan bido

Şoreşgerên enternasyonalîst Jakob Rîemer (Şiyar); Mîchael Panser (Bager) û Konstantîn Gedîg (Andok) ku ji Elmanyayê çûn Kurdistanê û ketin bin barê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di demên cuda de di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûn. Malbatên her sê şehîdan gotin, "Zarokên me, ji bo dawî li neheqiya li gelê Kurd tê kirin bînin, tevlî nava refên têkoşînê bûn. Em jî ji ber vê biryara wan serbilind in."

Malbatên şoreşgerên Elman Jakob, Mîchael û Konstantîn, bi biryar in ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya zarokên xwe derkevin. Katharîna Rîemer, Hans-Ûlrîch Panser, Ûte Rûss û Thomas Gedîg di Cotmeha derbasbûyî de nameyek ji Serokwezîr Angela Merkel re nivîsîbûn û jê re ragihandibûn ku zarokên wan bi dilxwazî çûne Kurdistanê, ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê, di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Malbatan bang li hikumetê kiribûn ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne û bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re tavilê rawestîne. Tevî ku 3 meh di ser vê nameyê re derbas bûye jî hîn bersiv ji wan re nehatiye dayin.

'EW RÛMETA ME NE'

Malbatên Şiyar, Bager û Andok ji ANF'ê re qal kir ku çima ew name nivîsandin û bi çi rengî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re dinêrin. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan ên bi temen û têgihiştî, bi îradeya xwe biryara tevlîbûnê dan û gotin, "Zarokên me, ji bo dawî li neheqiya li gelê Kurd tê kirin bînin, tevlî nava refên têkoşînê bûn. Em jî ji ber vê biryara wan serbilind in."

'NABE KU EM BIBIN HEVKARÊ SÛCÊ TÊ KIRIN'

Li ser armanca nivîsandina nameyê ji bo Serokwezîr Merkel jî malbatan gotin, "Me digot, dibe ku em me fêhm bike". Malbatan ragihandin ku dewleta Tirk bi rengekî bêperwa li Kurdistanê siyaseta dagirkeriyê dimeşîne û Elmanya jî dibe hevparê vî sûcî. Malbatên ku hîn bersiv ji bo nameya xwe wernegirtine gotin, "Serokwezîr tenê belgeya pejirandinê ya li ser gihîştina nameyê ji me re şand. Her wiha tenê parlamenterê Partiya Demokratên Azad (FDP) Dr. Marco Bûschmann bersiv da e-maîla me. Wî bi xwe diyar kir ku têkiliya Tirkiye û Elmanyayê ji her demê xerabtir e û divê dewleta Tirk bi rengekî cidî bê hişyarkirin."

'JI BO GELÊ KURD ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'

Malbatan diyar kirin, ku piştî name ji Merkel re nivîsîn gelek saziyên medyayê yên Elman têkilî bi wan re danîn, lê belê hevpeyvînên bi wan re kirin sansur kirin, neweşandin. Malbatan ragihandin ku ev helwest wê wan lawaz neke û têkildarî biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê gotin, "Bêguman em ne li bendê bûn ku di demeke kurt de encamê werbigirin. Lê belê em ê xwedî li têkoşîna nîvcomayî ya zarokên xwe derkevin. Ji bo têkoşîna gelê Kurd, çi ji destê me bê em ê bikin. Têkoşîn tê wateya dem û sebirê, weke malbatên şehîdan em xwedî vê enerjiyê ne."

JAKOB, MÎCHAEL Û KONSTANTÎN...

Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) 9'ê Tîrmeha 2018'an li Çarçelayê, Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) di 14'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) di 16'ê Cotmeha 2019'an de li Serêkaniyê di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûn.