Malbatan têkildarî cenazeyan hişyarî dan: Em ê dev jê bernedin!
Têkildarî cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin, malbat hatin ba hev û hişyarî dan.
Têkildarî cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin, malbat hatin ba hev û hişyarî dan.
Li gundê Oleka Jor a Tetwana bi ser Bedlîsê di Goristana Xerzanê de 267 cenaze hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Têkildarî vê bûyerê malbatan li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan civîneke çapemeniyê li dar xistin. Birayê Abdurrahîm Koçê ku ji gorê hatibû derxistin Abdulcemal Koç, bavê Abdulhamît Doner Şebab Doner, bavê Huseyîn Doner Yûsûf Doner, birayê Fedakar Tûran Erhan Tûran, Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP’ê û endamên YAKAY-DER’ê beşdar bûn.
YOLERÎ: GELEK SERLÊDAN HENE
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku ji bajarên cihê gelek serlêdan ji wan re hatine û bang li malbatan kir ku bila serlêdana xwe bikin. Yolerî got ku ew ê ligel hiqûqnasan xebateke hevpar bikin.
MALBAT: HÊ JÎ ME AGAHIYEKE ZELAL BI DEST NEXISTINE
Birayê Fedakar Tûran, Erhan Tûran diyar kir ku dozgeriyê ji wan re gotiye goristan hatiye bomberdûman kirin û ji bo tespîtkirina nasnameya cenazeyan, cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Bavê Abdulhamît Doner, Şebab Doner jî diyar kir ku di salên 2014, 2015’an de dîwarên dora goristanê hatibûn hilweşandin û piştî 2015’an de serdana goristanê jî hatibû qedexekirin. Doner got: “Ji bo ku em cenazeyên xwe bistînin me serî lê da. Lê hê jî me tu agahiyeke zelal bi dest nexistiye.”
Birayê Abdurahîm Koç, Abdulcemal Koç jî got: “Ne diyar bû ku, kî kî bû. Camî hatibû hilweşandin. Êrîşî cihên me yên pîroz dikin. Ji bo ku em xwedî lê dernekevin her tiştî dikin lê em ê dev ji vê dozê bernedin.”
HIŞYARIYA ‘ŞERÊ NAVXWEYÎ’
Dayîka Aştiyê Guler Bugday jî axivî û got: “Li gorî agahiyên ku me ji Amedê stendine, dewlet dixwaze li goristana wê derê jî heman tiştî bike. Ez bang li hemû dayîkan dikim ku divê li dijî vê hovîtiyê derkevin. Ev hovîtî nîşana şerê navxweyî ye.”