Malbatan serlêdan kirin, parêzer hatin redkirin

Malbata Ocalan û 3 girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê yên Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin.

Serlêdana parêzerên Ocalan ku duh kiribûn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve ev bû cara 788'an hate redkirin.

Serlêdana parêzeran bi hinceta,  ''sînorkirina têkilî cezaxwariyan a bi çarçoweya Qanûna Têkildarî Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya bi Hijmara 5275'an'' hate redkirin.