Malbatan ji bo hevdîtina cejnê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtina cejnê serî li serdozgeriyê dan. 

Birayê Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç bi wesîleya hevdîtina cejnê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 

Malbatên girtiyên din ên li gel Ocalan girtî ne, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran bi boneya wesîleya cejnê serî li serdozgeriyê dan. 

Malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş piştî sala 2015’an yekem car di 5’ê Hezîrana 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.