Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin serdana Îmraliyê bikin careke din serlêdan kirin.

Nêzî 35 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne ragirtin, ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Peywendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dinyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.

Li gorî rapora dawî ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandî;

-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk hatin; ji vane hevdîtina dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

-Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtinên bi malbatê re pêk hatin.

-3’yê Adara 2010’an hevdîtina bi birayê wî re pêk hat.

-Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hat.

-Hevdîtina bi telefonê ya 25’ê Adara 2021’an di nava wextekî pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û ji wê rojê û vir ve agahî jê nayê girtin.