Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
SERLÊDANA 770'Î JÎ NEHAT QEBÛLKIRIN
Wekî din, parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û Abdulmecît Yildirim ji bo dîtina muwekîlê xwe doh serî li dozgeriyê dabûn, lê belê serlêdana wan nehatibû qebûlkirin.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzeran 770'ê carî ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan, lê bi hin bahaneyan nehate qebûlkirin.