Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan herî dawî di 5'ê Hezîranê û 12'ê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn.
Malabat ji 12'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdan dikin, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.