Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê serlêdana Serdozgeriya Komariya Bûrsayê kirin.
Ji malbatên gitiyên din yê li Îmraliyê birayê Omer Xeyrî Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Weysî Aktaş Melîhe Çetîn jî dîsan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serdana dozger kirin.