Malbata Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbatên Ocalan û girtiyên din ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê ku Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan ku biçin Îmraliyê.

Ji 12'ê Tebaxê ve malbatên girtiyên li Îmraliyê nikarin xizmên xwe bibînin.