Malbata Kurd li bajarê şêniya wê 4 hezar 700 îmze berhev kir

Malbata Kurd li bajarê şêniya wê 4 hezar 700 îmze berhev kir

Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li bajarê Otta yê Norwecê ku şêniya wê 4 hezar e, malbata Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê derdora 700 îmze berhev kir.

Di berdewama kampanyaya îmzeyan endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan(PJAK) yê bi navê Xidir Hesen Nejad û malbata wî li bajarek biçûk bi navê Otta zêdeyî 700 îmze berhev kir û xebata xwe ya kampanyaya îmze ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne.

Endamê PJAKê Xidir Hesen Nejad got: "Her çi qasî ku Otta biçuke û şêniya Otta nêzî 4000 e, lê me karî em zêdeyî 700 îmze berhev bikin û em dê komkirina îmzeyan berdewam bikin."

Xidir Hesen Nejad wusa dawî li axivtinên xwe anî: "Azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan klîta çareseriya pirsgrêkên Kurd li Rojhilata Navîn e, Rêber Apo sembola berxwedana neteweyî ye. Felsefe û ramana Rêber Apo bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê koka Azadîxwazî bi pêşengtiya PJAKê afirandiye. Feslsefa Rêber Apo şagirtên wek Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulî û Elî Heyderiyan perwerde kir ku wan bi şehadeta xwe ruhê şoreşgerî û berxwedanê li Îran û Rojhelata Kurdistanê zidî kirin.”