Malbata Adanmiş: Em pê serbilind in
Rojnameger Rizgar Adanmiş ê ku êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Stenbolê hate bibîranîn.
Rojnameger Rizgar Adanmiş ê ku êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Stenbolê hate bibîranîn.
Li avahiya HDP’ê ya Sûltangazî ya Stenbolê ji bo rojnameger Rizgar Adanmiş şîn hate danîn. Adanmiş di êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Pîra wî Bahriya Adanmiş, bavê wî Memet Adanmiş, rêveberên HDP’ê û gel beşdarî bibîranînê bûn.
Pîra wî got ku, “Ez bi neviyê xwe serbilind im” û bavê wî jî got ku, “Ew şehîdê me hemûyan e, ez pê serbilind im. Bila serê Rêber Apo sax be.”
Li ser navê YAK-DER’ê Yûsûf Yalvaç jî diyar kir ku Rizgar Adanmiş di şertên herî dijwar de ji bo nûçeyan bigihîne gel têkoşiya û 70 rojan li ber xwe da.
Hevserokê HDP’ê yê Sûltangaziyê Atîlla Bahçivan jî ji bo xwedîderketina li têkoşîna Adanmiş bang kir.