Malbata Şenyaşar: Wê jin qedera welat biguherînin

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin ku wê jin qedera welat biguherînin.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Malbat ji Sirûcê hat û çalakiya nobedê di roja 262’an de li pêşiya dadgehê domand.

Malbata Şenyaşar bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîddeta Li Ser Jinan li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin: “Dayikek 9 meh in li ber dadgehê ye û ji ber êrişa fîzîkî û psîkolojîk a li ser wê Platforma Jinan a Rihayê di Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîddeta Li Ser Jinan de bû dengê dayikê. Wê jinên bi rûmet qedera welat biguherînin.”