Malbata Şenyaşar: Li hemberî zilmê bêdeng nemînin

Malbata Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê didomînin got “Divê li hemberî zilmê em bêdeng nemînin.”

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 617’an de berdewam kir. Dayê Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tev li nobetê bibe û çalakî ji hêla Ferît Şenyaşar ve hat domandin. 

Malbatê, têkildarî nobetê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Heta ku bêedaletî li deriyê me nexe, divê weke qêrîneke ku dengê wê nayê bihîstin, nedome. Bawerî û mirovayetiya me emir dike ku li hemberî zilmê bêdeng nemînin. Nobeta me ya edaletê di roja 617’an de ye.”