Malbata Şenyaşar ji bo yekîtiya li hemberî zilmê bang kir

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne got “Divê mirov bibe yek û ji zilm, neheqî û krîzê re bibêje êdî bes e.”

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du zarokên wê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê dewam dike. Çalakiya nobetê di roja 257’an de didome. Ji ber ku di dawiya hefteyê de dadgeh girtiye, malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li Sirûcê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam belav kir “Bêedaletiya li Dadgeha Rihayê li ser edaleta hemû deran gefeke mezin e. Wêrekî hewce ye. Divê mirov bibe yek û ji zilm, neheqî û krîzê re bibêje êdî bes e.”