Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamilî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûrtiya girtîgehê dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamilî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûrtiya girtîgehê dan.
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasîyê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbata girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo ku Duşemê hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo hevdîtinê serî li Midûrtiya Înfaz û Cezayê ya Girtî ya bi Ewlehiya Şidiyayî ya Tîpa F'yê ya Îmraliyê dan.