Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê roja Duşemê biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, malbatên Cumalî Karsu, Şehmuz Poyraz û Hakki Alkan ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo ku roja duşemî bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke bersivekî erenî ji malbatan re bê dayîn dê malbat Duşemê biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan herî dawî di 18'ê sibatê de çûbû Girava Îmraliyê û bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin kiribû. Malbatan di 13'ê Gulanê de jî serlêdan kiribûn lê bi hinceta "keştî xirabeye" serlêdana wan hatibû redkirin.