Malbat Duşemê diçin Îmraliyê
Malbat Duşemê diçin Îmraliyê
Malbat Duşemê diçin Îmraliyê
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên du girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dê roja Duşemê biçin Girava Îmralî hevdîtinê pêkbînin.
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Cizlaşmak û wêrisa Cumalî Karsû Pervîn Odûncû ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya wê Bilind ya Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dozgeriyê bersiva erênî da. Çav lê ye malbat roja Duşemê biçin Girava Îmralî û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêkbînin.