Malbat dê sibê biçin Îmraliyê

Malbat dê sibê biçin Îmraliyê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên PKK'ê ji bo xizmên xwe ziyaret bikin dê sibê biçin Girava Îmraliyê. 

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên endamên PKK'ê Cumalî Karsu û Şeyhmus Poyraz ji bo li Girtîgeha tîpa F a Girava Îmraliyê hevdîtina ji 2 hefteyan careke pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Hat zanîn ku piştî malbatan bi rêya parêzerên xwe serî li rayedaran da, serlêdana wan hat qebûlkirin. Ger ku heta sibê birar neyê guhertin sibê dê birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka Cumalî Karsu Pervin Oduncu û xwişka Şeyhmus Poyraz Felek Poyraz sibê biçin Îmraliyê. 

Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de neçûne Îmraliyê.