Malbat dê sibe biçin Girava Îmralî
Malbat dê sibe biçin Girava Îmralî
Malbat dê sibe biçin Girava Îmralî
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên li gel dê sibe biçin Girava Îmraliyê.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza PKK’ê girtî Cûmalî Karsû û Şêxmûs Poyraz yên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya wê Bilind ya Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtina asayî ya du heftiyane pêk bînin dê sibe biçin Girava Îmralî. Hate hînbûn ku, serlêdana malbatan ya ji aliyê parêzeran ve hatiye kirin, hatiye pejirandin. Ger tiştek nerênî rû nede, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Poyraz dê sibe biçin giravê.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve destûr nadin parêzer biçin muwekîlê xwe bibînin, malbatan jî herî dawî karî 28’ê Çileyê biçin giravê.