Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Malbata Ocalan û girtiyên din ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi wesîleya hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê bi rê ketin.

Malbatan roja Înê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kiribûn, serdozgeriyê bersiva erênî da û malbat vê sibehê hatin Qereqola Jendirmeyan a Gemlîkê û ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim e, Emîn Konar ê birayê Omer Hayrî Konar e û Salîhe Saltik a ku xwişka Veysî Aktaş e ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Hate ragihandin ku destûr nehatiye dayîn ku Mazlûm Dînç ê ku wasîsê Ocalan e, biçe hevdîtinê.