Hikûmeta ku penaberên ji welêt reviyane naxwaze, ji bo tevahî biyaniyên ku 300 hezar eûroyê xwe hene, mafê rûniştinê yê bêdem dide.
Li Macarîstanê ku wê sibehê ji bo kontenjana 294 penaberan a ji hêla Yekîtiya Ewropayê hatiye diyarkirin biçe referandûmê, qanûneke ku tê ceribandin balê dikşîne.
Li gor bernameya ku ji hêla Residency Bond Program’ hatiye amadekirin, li Macarîstanê ji bo biyanî û malbatên ku bi 300 hezar eûroyî tehwîlên dewletê dikire, mafê rûniştinê yê bêdem heye. Hate ragihandin ku heta niha 4 hezar kesan serlêdan kiriye ku ji sedî 90 jî ji Rûsya, Îran, Çîn û Tirkiyeyê ne.
Hate diyarkirin ku heta niha 10 hezar kesî mafê rûniştinê standiye. Lê tiştê bi guman jî ew e ku ji şîrketên xwedî tehwîlên ku wê biyanî bikirin, yek li Macarîstanê ye, her çarên din jî li welatên bihuşta baceyan in.
Tê gotin ku hewldanên betalkirina vê bernameyê jî ji ber hejmara mûxalefeta kêm ne mimkûn e.
Her wiha Orban ê bi polîtîkayên populîst tê zanîn jî ji bo 294 penaberên ku ji kontenjana 160 hezar penaberên ku YE diyarkirî ketiye para Macarîstanê negire, rêka referandûmê da ber xwe û bi awayekî eşkere dustandardî raxist ber çavan.