MŞD’ê Serokkomariya Dr. Berhem Salih pîroz kir
MŞD bi peyamekê Dr. Berhem Salih ê ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin pîroz kir.
MŞD bi peyamekê Dr. Berhem Salih ê ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin pîroz kir.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) bi peyameke nivîskî Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih pîroz kir û diyar kir ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqeke demokratîk û bi ewle. Dîsa MSD’ê bibîr xist ku ji bo Xweseriya Şengal û avakirina herêm û vegerê bikeve nava hewldanan.
Di peyama MSD’ê de ev tişt hate gotin: “ Em bi hilbijartina cenabê we ji bo serokkamorîya Iraqê, weke Meclisa Şengale ya Dervayi Welat (MSD) bi dilxweşî pêşwazî dikin û cenabê we, bi dilekî germ pîroz dikin.
Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi ewlehî. Hêvîya civakê Êzidî ew e ku di dewreya cenabê we de, di sêrî de madeya 140 ya destûrê û hemu pirsgirekên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Iraqê bêne çareserkirin. Li gorî Destûra Iraqê ya madeya 116-119-125 eger ku civakek yan jî gelek di çarçoveya madeya 140 de dijî, dema mafê wî yên sereke hate binpêkirin û qirkirin, mafê wê yê xweseriyê îlankirinê heye û xwedî wê biryarê ye ku qedera x we tayîn bike.
Parlamane yekitiya Ewrupa 4.7.2018 ji bo xweseriya Ezdî û Suryaniyên li deşte Nînova biryarêk erênî dabu. Ji ber Hikûmetê Iraqê hê nehatibû avakirin, heta roja îro hikûmeta Baxdayê ti gav navêtin. Em daxwaz dîkîn ku hikûmeta Iraqê ya nû li ser wê mijarê raweste ü bi lez wê biryare Yekitiya parlamanê Ewrupa ya ji bo xweseriya Şengale bixe meryetê û herêm ji nû ve bê avakirin da ku gelê me vegere ser ax û warên xwe.”