MÎT li ser agir e, Enqere bêdeng e, Kurd kelecanî ne

Ji daxuyaniyê diyar dibe ku hê berdewamiya vê heye. Her wiha dîmenên operasyonê yên HPG'ê hene ku li rêveberên MÎT'ê kirine. Hin tiştên din jî hene. Kî zane wê çi yê din derkeve..

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê encamên Operasyona Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz a Tebaxa 2017'an ku rêveberên payebilind ên MÎT'ê girtibûn bi dest xist. Nûçe 'bi bandora bombeya bi parçeyê zexmkirî bû'. Çapemeniya Kurd û ya alternatîf nûçe bi hemû hêlên wê dan. Çapemeniya navnetewî jî bi mijarê re têkildar e lê nûçeyê ji nedîtî vê tê. Baş e, rewş çima wiha ye?

Agahî û belgeyên ku KCK'ê par ve kirin pir berbiçav e. Agahiyên pir girîng ên MÎT'a Tirk ku jê re 'raza dewlet û îstîxbaratê' ne di dest KCK'ê de ne. Ev tê çi maneyê? Tê maneya ku bi sedan, bi hezaran xebatkarên MÎT'ê ketine nav 'tirs, panîkê û diqilqilin'. Ango endamên MÎT'ê ne li qadan ne li navendên xebatan qet ne rehet in. Ya herî girîng jî ev beşa ku KCK di daxuyaniya xwe de dibêje: "Bi çarçoweya operasyona ku Tebaxa 2017'an dest pê kirî avaniya saziyê ya MÎT'ê, rêxistiniya wê, endamên wê, navendên wê, adrêsên wan, torên wan ên li hundir û derve, endamên wê yên ku kirin nav dewlet û rêxistinan bi rêjeyeke bilind hatiye deşîfrekirin. Komkujiya Parîsê, suîkastên li Rojava û gelek malên çalakiyê û lêpirsînê yên derveyî yasayan bi berfirehî diyar bûne. Her wiha di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li Ewropa, Rojava û Başûrê Kurdistanê, nasnameya endamên MÎT'ê, sîxurên bi ser wan ve, hêmanên wan ên xwecih derketine holê. Beşekî girîng ên van sîxuran û hêmanên wan bi operasyonên taybet hatine girtin. Li gelek qadan derbeke kuştinê li tora rêxistinî ya MÎT'ê hatiye xistin. Bi agahî û belgeyên ku bi her girtinê re derketin holê operasyon hatiye berfirehkirin û hem jî li nav Tirkiyê û derveyî welêt bi rengekî pratîk hatine şehtkirin.'' Ev agahî jî nîşan dide ku bi MÎT'ê re panîkeke zêde heye. Teqez e ku gelek endamên MÎT'ê îstîfaya xwe dixwazin, hinek çûne deverine dî, hinek ji peywirê hatine standin.

TIRSA MEDYAYA AKP'Ê YA JI OPERASYONA MÎT'Ê ÇIYE?

Medyaya Tirk operasyona li MÎT'ê hatî kirin nabîne. Naxwe MÎT'ê bi giştî 'dest avêtiye' çapemeniya Tirk. Salên berê ku çapemeniya Tirk bi medyayê re têkildar bû, derketibû holê bê ka kîjan nûçegihan bi kîjan kodan li kûderê dixebite. Mînak, 'sîyah' Fatîh Altaylî bû. Her wiha di medyaya navendî de yekîneyên şerê taybet li ser navê MÎT'ê hebûn. Di nûnertiyên Enqerê, karê nivîsê û serwîsên nûçeyan de xebatkarên bi ser MÎT'ê ve û nêzî MÎT'ê jî hebûn. Li bara vê nûçeyê weke medyaya Tirk bi taybetî jî ya AKP'ê li ser agirekî be. Gelek kesên ku nûçe xwendine û meraq dikin derbarê wan wê çi hebin teqez hene û niha meraq dikin. Lê ku ev agahî bi nirxê nûçeyan bidîtîna, bikirana ku di raya giştî de bibûya sedema nîqaşê, nîşan bidana bê ka AKP û Tayyîp Erdogan çi teba ne rewş bi rastî jî wê cuda bûya.

LI ENQERÊ BÊDENGIYA AKP'Ê YA KU LI BENDA MIRINÊ YE

Enqere jî bêdeng e. Hikûmeta AKP'ê jî ji destpêkê ve 'bêdengiya ku xuya dike' didomîne. Lê rewş qet ne wiha ye. Gotinên rayedarên YNK'ê hene. Dewleta Tirk ji bo van rêveberên MÎT'ê xwedê zane çi qas navbeynkar şandine. Çapemeniya dinyayê bi girîngiya vê operasyona dij îstîxbarî ya şoreşger a PKK'ê dizane. Girîngiyeke wiha wek tê gotin 'ev rewş wê gelek seriyan bi xwe re bibe' bi ser de dikare hikûmetê bibe îstîfayê jî. Lê AKP rûşiştî ye. Lê ma ne Tayyîp Erdogan bi xwe bû ku gotibû, "Misteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan bi hemû razên min ên veşartî dizane''. Operasyon li MÎT'ê nekiribû û hemû serokên daîreyan, rêveberên payebilind bi yên alîgirê xwe tije nekiribû? Bi ser de, di nav llîstika şanoyê ya trajîk de ya bi navê "Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de rola herî mezin nedabû MÎT'ê? Lê Erdogan û tîma wî dihishisin, deng ji wan naye. Bêdengî jî, qajewaj jî ji bo AKP'ê ne xêr e. AKP jî û Tayyîp Erdogan jî bi rasiyeke çipiltazî re, bi rastiya PKK'ê re divê hevrû bibin. Heke rêveberên MÎT'ê ji hêla HPG'ê ve nehatana girtin û komkujiyeke weke ya Parîsê bikirana Erdogan li qesra xwe wê ev xelat bikirana. Niha jî bêdeng e.

OPERASYONA PKK'Ê YA LI MÎT'Ê BI KURDAN RE KELECANIYEK ÇÊKIR

Kurd kelecanî ye. Dildarên PKK'ê baş pê zanin ku 'PKK tevgereke tolhildanê ye'. Kurd PKK'ê weke 'Rêxistineke ku gotina xwe bi cih tîne' nas dike û hurmetê nîşanî vê pîvana wê dide. Gerîlayên HPG'ê di operasyonê de dikarîbûn bi çalakiyeke ji rêzê ya tolhildanê ev her du rêveberên MÎT'ê û yên din înfaz bikira. Lê welê nekirin. Navê OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ li operasyonê kirin û bi vî rengî sekneke dîrokî nîşan dan. Yanî mirina kujerê tetîkkêş Omer Guney, agahî û belgeyên berê der barê MÎT'ê de eşkere bûn, têrker nehatin dîtin. PKK'ê tolhildana Komkujiya Parîsê bi berpirsyariyeke dîrokî, civakî û siyasî nirxand û derbeke mezin li MÎT'ê xist, ku ev rêxistn ji Teşkîlatî Mahsûsa heta niha li dijî Kurdan û gelan polîtîkayên qirkirinê amade dike û bi cih tîne. Yanî OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ ne tiştekî welê ji rêzê ye. Ne operasyoneke ku hikumeta AKP'ê li pêşberî wê bêdeng bimîne.

HÊ DEWAMA WÊ HEYE

Ji daxuyaniyê jî mirov fêhm dike ku hê dewama vî karî heye. Her wiha dîmenên operasyona gerîlayên HPG'ê ya li dijî rêveberên MÎT'ê hene. Tiştên gelekî cuda jî hene. Xwedê zane bê hîn çi yê din eşkere bibe. Ev operasyon ji bo hilanîna tola yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, dîplomata KNK'î Fîdan Dogan û şoreşgera ciwan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, hate kirin. Xuya ye ev operasyon dewleta Tirk, Tayyîp Erdogan û tîma wî ya qirker xistiye nava tirs û fikaran. Medya Tirk kwîr dike. Yanî xuya ye ev mesele wê hê bidome.