Lobîtiya Egemen Bagiş a li Swêdê têk çû
Lobîtiya Egemen Bagiş a li Swêdê têk çû
Lobîtiya Egemen Bagiş a li Swêdê têk çû
Komeleya Rojnamevanên Biyanî ya Swêdê ragihand ku nûçeyên li ser hevdîtineke wan a bi Wezîrê Yekitiya Ewrûpayê Egemen Bagiş derew in û destnîşan kir ku, komeleya wan ti şandeyek neşandiye Tirkiyê.
Di nava meha Nîsanê de, Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê, li gel Nûnerê ÎHA yê Swêdê Metîn Altinişik û Nûçegîhanê Rojnameya Cûmhûriyetê yê Swêdê Osman Îkîz bi beşdariya 14 rojnamevanan gerek organîze kiribû û li ser navê şandeya beşdarî gerê bû Osman Îkîz diyariyek dabû Egemen Bagiş.
Serdan ji aliyê artêşeke medyayê ve hatibû şopandin û bi sernavê "Egemen Bagiş şandeyek ji Rojnamevanên Biyanî ya Swêdê qebûl kir" li çapemeniya dîtnewî û nivîskî hatibû belavkirin. Heman nûçe di malperên fermî yên hukûmet û AKP'ê de jî hatibû weşandin.
Lê belê vê serdanê li Swêdê rê li ber nîqaşên li ser rojnamevaniyê vekiribû. Di rojên ku 26 jê girtî 46 xebatkarên çapemeniya azad di bin navê Doza KCK'ê de dihat darizandin de, dayîna diyariyê ji Egemen Bagiş ê ji rojnamevanên girtî digot "terorîst", "kujer" û "tecawizkar" rê li ber nerazîbûnê vekiribû.
SEFARETXANEYA BILIND XWEDÎ LI GERÊ DERNAKEVE
Ev ger, ji bo rexneyên der heqê çapemeniya azad û ramanê li Tirkiyê tê kirin werin nermkirin xebateke lobî bû, lê têk çû. Rojnamevanên tevlî gerê bûn, der heqê Tirkiyê de gotarek jî nenivîsandin, berovacî der heqê zexta hukûmeta AKP'ê ya li ser azadiya raman û çapemeniyê, bi dehan nivîsên rexnekirinê nivîsandin.
Rojnamevanekî li Televîzyona Dewletê ya Swêdê dixebitî û beşdarî gerê bûbû, ji ber ku ji rojnamevanekî din ê ger rexne dikir re got "Sekreterê Çapemeniyê yê Rêxistina Terorê PKK ye" ji kar hat avêtin.
Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyê, dest ji parastina gera rojnamevanan berde, diyar dike ku ti pêwendiya wan bi vê gerê tineye.
Li gorî lêkolînek Federasyona Rojnamevanên Swêdê û Radyoya Dewletê ya Swêdê, piraniya beşdarên vê gerê ji wênekêjan pêk tê.
Bi vê bûyerê re lobîtiya AKP'ê ya li Swêdê derbeyeke mezin xwar.