Lîstikvanê Elmanî dinava DAIŞ’ê de hate kuştin!
Lîstikvanê Elmanî dinava DAIŞ’ê de hate kuştin!
Lîstikvanê Elmanî dinava DAIŞ’ê de hate kuştin!
Hate zanîn ku lîstikvanê futbolê yê ku eslê xwe Tirke dinava tîmên futbolê yên navnetewî ya Elmanda cihê xwe digirt, li navçeya Ezaz ya nêzîkê sînorê Efrînê ye di encama şerekî dinavbera Yekîneyên Parastina Gel YPG û çeteyên DAIŞ’ê de hatiye kuştin.
Li gorî rojnameya Elmanya Bîld, ku îro di nûçeyek ya xwede belav kiriye dibêje; Lîstikvanê tîma topê ya navnetewî ya Elmanya yê binavê Beraq Karan ku eslê xwe Tirke, dinava şerekî li navçeya Ezaz a nêzî sînorê Efrînê yê di encama şerekî dinavbera hêzên YPG’ê û DAIŞ’ê de hatiye kuştin.
Li gorî heman nûçeyê dibêje, Beraq Karan di sala 2009’an de dest ji lîstika futbolê berdaye. Di Nîsana sala 2010’an de derbasî sînorê Pakistan û Efxanîstanê buye û tevlî nava komên selefî dibe. Liwir perwerdeya leşkerî dibîne. Dinava komên selefiyan de navê xwe guherandiye û kiriye Ebu Ebdula El Tirkî.
Heman serçave diyar dike ku di destpêka sala 2013’an de di ser sînorê Tirkiye re derbasî navçeya Ezaz ya Suriye dibe û dinava rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de cihê xwe digire.
Li gorî heman nûçeyê dibêje dinava vê mehê de kesê mijara gotinêye di encama şerekî dinavbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li Ezaz a nêzî Sirînê de hatiye kuştin.