Lingê El Qaîde ê li Emniyeta Menemenê
Lingê El Qaîde ê li Emniyeta Menemenê
Lingê El Qaîde ê li Emniyeta Menemenê
Bavê Mûrat Koçak yê ku ji aliyê hêzên YPG’ê ve li biryargeha El Qaîdeyê nasnameya wî hate dîtin, da diyarkirin ku piştî kurê wî winda dibe serî li Emniyeta Menemenê daye jêre gotiye “Mûrat jiyan dike, ji me bawer bike” û ji bo li kurê xwe negere dilê wî rihet kirine.
Cara yekem bavê Mûrat, Melîk Koçak ji ANF’ê re axivî û aşkera kir ku, piştî 3 mehan kurê wî winda dibe û serî li Emniyeta Menemenê dide, jêre gotine nekeve pey kurê xwe. Bav Koçak dema ku 26’ê Hezîranê diçe Emniyetê ji bo kurê xwe serlêdana winda bûye bike, polîsê peywirdar jêre got, “Mûrat jiyan dike, ji me bawer bike.”
Mûrat Koçak ku ji bajarokê Asarlik yê Îzmîrê ji bo li dijî Kurdan şer bike xistine nava qadên El Qaîdeyê de jî, piştî bavê wî serî li emniyetê daye bi telefonê li bavê xwe geriya ye. bav Koçak da diyarkirin ku, ev rewş bi tu awayî ne tiştek tesadufe û ji bavê xwe re gotiye, “ez başim. Li min negerin, ez dixebitim. Ezê di demek nêz de vegerim.”
Bav Koçak ku jimara kurê wî pê lêgeriya bû biriye Emniyetê û destnîşan kir ku, ev jimar bi çi awayî nehatiye şûpandin, ev rewş mirov pir dide hizirandin. Bav Koçak da zanîn ku, dibe ku polîs jî di nav vî karî de be, vê rewşê gûmanên wî çêkirin.
‘JI GIRTÎGEHA KIRIKLARÊ EW BIRIN QAWIŞA HIZBÛLLAHÊ’
Mûrat Koçak ku ji malbatekî welatparêze, di 17’ê Îlona 2011’an de ji ber ku tevlî çalakiyekê dibe tê girtin. Koçak ku ji endamtiya PKK’ê tê darezandin, piştî ku sal û nîvê li Girtîgeha Kiriklarê dimîne, ji qawişa siyasî tê girtin û dibin gel endamên Hizbullahê. Koçakê ku piştî 16 mehan li qawişa Hizbullahê dimîne tê tahliyekirin. Piştî derdikeve jî li Asarlika ku bûye baregeha cemaetên oldar dikeve xefika wan. Koçakê ku rih berdan û cube li xwe kir, li vir bi endamên cemaetê re digere.
Koçakê ku di meha Nîsanê de winda dibe, dema ku hêzên YPG’ê li Serêkaniyê biryargeha El Qaîdeyê bidest dixin û nasnameya wî dibînin, navê wî dikeve rojevê.
‘BIRAZIYÊ MIN DIXWAZE VEGERE’
Piştî nasnameya Koçak ji aliyê hêzên YPG’ê ve tê aşkera kirin, mamê Koçak Kerîm Koçak lêdigere. Li gorî agahiyên ku Mamê Koçak dayîn, diyarkir ku Mûrat di telefonê de got, “Ez dixwazim ji vir rizgar bibim, lê ger ez vegerim dê min bikujin.” Mamê Koçak da diyarkirin ku, piştî hevdîtina vê telefonê ji bo li biraziyê xwe bigerin, çûne Qereqola Cendirmeyan ya li Serêkaniya Bakûr û tiştên rûdayîn jî ecêb bûn.
Mamê Koçak bang li rayagiştî kir ku biraziyê wî ji destê El Qaîdeyê rizgar bikin.
CIWANÊN LI ASARLIKÊ: POLÎS ÇAV LÊ DIGIRE
Ciwanên ku li Asarlikê jiyan dikin û nexwestin navê xwe bidin dane diyarkirin ku, du salên dawî cemaetê faliyetên xwe li bajarokê zêdekirine û PKK rêxistinekî dijî ole li ciwanên Kurd empoze dikin. Ciwana anî ziman ku, di van demên dawî de tişta li bajarokê tê axaftin tenê ‘biçin Sûriyeyê tevlî refên El Qaîdeyê bibin û şer bikin’ û polîs jî çavê xwe li vê yekê digirin.