Lijneya wezîran civiyan
Lijneya wezîran civiyan
Lijneya wezîran civiyan
Lijneya Wezîran, di bin serokatiya serokwezîrê Tirk Erdogan de civiya.
Lijneya wezîran ji bo civîna dawî ya 2013’an civiya. Civîna li Avahiya navenda serokwzîrtiyê hat organîzekirin di 11.10’an de destpêkirin.
Piştî revîzyona kabîneyê bi 8 wezîrên nû û bi cigirekî serokwezîr yê nû re yekem car pêk tê.
Di sererastkirina piştî îstîfaya wezîrê aboriyê Zafer Çaglayan, wezîrê karê hundir Muammer Guler, wezîrê hawirdor û bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, 8 wezîrên nû û cigirekê serokwezîr hatibûn zêdekirin.
Cigirê serokwezîr Emrullah Îşler, wezîra polîtîkayên civakî û malbatî Ayşenu Îslam, muzakerevanê sereke û wezîrê YE’ê Mevlut Çavuşoglu, wezîrê teknolojî, sanayî û zanistê Fîkrî Işik, wezîrê bajarvanî û hawirdorê îdrîs Gulluce, wezîrê aboriyê Nîhat Zeybekçî, wezîrê Spor û Ciwanan Akîf Çagatay Kiliç, wezîrê karê hundir Efkan Ala, wezîrê ragîhandin û behrê Lutfu Elvan cara yekemîn tevli civîna wezîran dibin.
Tê gotin ku dê rojeva sereke ya civînê operasyonên nelêrêtiyê bin.