Li Yukselê 7 kes hatin binçavkirin

Li ser Rêya Yukselê çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ di roja 415’an de dom kir.

Çalakvanên bi daxwaza destekkirina çalakiya greva biçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ya di roja 295’an de li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan xwestin daxuyaniyek bide.

Tîmên polîsên hêzên çewîk ên rê nedan vê, li Kolana Konûr bi mertalên xwe bend danîn rê nedan çalakvan derbas bibin.

Ji çalakvanên ku li ber mertalan daxuyanî dan Acûn Karadag belavoka bi nivîsa “ Komîsyona Rewşa Awarte nexin dengdanê, Nûriye û Semîh bila vegerin ser kar” li kolanê belav kir. Piştre polîsan êrîşî çalakvanan kirin û 7 kes bi derbkirinê binçavkirin.