Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan seferbertî

Kurdên li Yewnanîstanê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan protesto kirin, xwestin derhal li Îmraliyê hevdîtin pêk were.

Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dimînin biryar girtin ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nav tevgerek seferbertiyê. Meclîsa Gel a Yewnanîstanê di vê çarçoveyê de biryara rêzeçalakiyan da, ji bo CPT’ê jî dest bi kampanya nameyan kir. Kurdistanî wê roja Çarşemê bi awayekî girseyî serdana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bike, roja Înê jî wê di pêşengiya jinan de li ber Nûnertiya YE a li Yewnanîstanê çalakiya rûniştinê li dar bixin.

‘EM AKP Û ERDOGAN HIŞYAR DIKIN!’

Di çarçoveya çalakiyan de îro danê nîvro Kurdistaniyên li derdora Atîna dimînin çûn postaxaneyan û ji CPT’ê re name şandin. Serokê Meclîsa Yewnanîstanê Bahattîn Kobanê di daxuyaniyê de ev gotin: “Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya li dijî darbeyê darbe, bi rastî jî gumanên me yên li ser Rêbertiya me zêde bûne. Heta parêzer an jî malbat pê re hevdîtinê nekin jî wê ev guman nebihurin. Em dixwazin ku dewleta Tirk di vê mijarê de gavan bavêje. Jiyan û azadiya Rêbertiya me garantiya aştiya hundirîn a Tirkiyeyê ye. Em AKP û Erdogan hişyar dikin, pêwîst e demildest gav bên avêtin!’

Kurdistaniyan çalakiya xwe ya îro bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî kirin.

...