Li Xarpêtê girtiyekî dî yê siyasî çalakiya fedayî kir

Girtiyê bi navê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Xarpêtê dima, li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyeke fedayî dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên ku hatine standin girtiyê siyasî Mahsûm Pamay ji bo ku tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî.

Rêveberiya girtîgehê li malbata Pamay geriya û rewş ji wan re vegot. Hate gotin Pamay ji Cizîrê ya Şirnexê ye.

Hate gotin Pamay Duşemê dema ku bi telefonê bi malbatê re axiviye, ji dayika xwe re gotiye, zexta li ser wan zêde bûye.

Ji 20'ê Sibatê û vir ve 7 jê girtiyê siyasî 8 kes di çalakiya dijî tecrîdê de şehîd bûn. Dewleta Tirk dest li ser cenazeyên girtiyê siyasî danî, tenê hişt ku ji malbatê çend kes tevlî merasîma cenaze bibin.