BI DÎMEN

Li Xaneqînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanek hat lidarxistin

Li Xaneqînê Partiya Komînîst a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê xwepêşandanek lidarxist.

Îro li Xaneqînê Partiya Komînîst a Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bi beşdariya endam û alîgirên xwe û çalakvan û rojnamevanan xwepêşandanek kir.

Berpirsê Komîteya Xaneqînê ya Partiya Komînîst a Kurdistanê Ebas Rehman diyar kir ku tu aliyekî Kurdî beşdarî xwepêşandanê nebûye û got: “Diviyabû beşdarî vê xwepêşandanê bibûna, lê mixabin ji bilî Partiya Komînîst û rojnamevan û çalakvanan tu aliyekî din beşdar nebû. Armanca me ji vê xwepêşandanê şermezarkirina operasyonên Tirkiyeya faşîst e ku li ser axa Herêma Kurdistanê pêk tîne.”

'GELÊ XANEQÎNÊ LI DIJÎ HEMÛ DAGIRKERIYÊN LI SER AXA HERÊMA KURDISTANÊ YE'

Di berdewama axaftina xwe de Ebas Rehman da zanîn ku Partiya Komînîst a Kurdistanê berî niha jî li dijî dagirkeriyê xwepêşandan kirine û wiha domand: “Armanca me ew e ku em bibêjin Xaneqîn bajarekî Kurdî ye û li dijî wan hemû êrîş û dagirkeriyan radiweste ku li ser axa Herêma Kurdistanê pêk tên.”

Di dawiya axaftina xwe de Ebas Rehman amaje pê kir ku divê li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk bertek bên nîşandan û got: “Me tu bertekek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê nedît. Em dixwazin dengê me bigihîje Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê da ku li dijî dagirkeriyê rawestin.”