Li Washîngton 2. Konferansa Kurd
Li Washîngton 2. Konferansa Kurd
Li Washîngton 2. Konferansa Kurd
Nûnertiya HDP’ê ya Washîngton di 26’ê Îlonê de wê malovaniyê ji 2. Konferansa Kurd re bike. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim weke di yekemîn konferansa Kurd dê vê carê jî bi rêya Skype ji mêvanên konferansê re biaxive. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş yek ji wan kesan e ku di Konferansê de biaxive. Êdî Kurd dixwazin DYA polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn a îflas kiriye biguhere, têkoşîna Kurdan a alîgirê gelan û xeta wan a siyasî ya serbixwe qebûl bike û wan muxatab bigire.
DEMÎRTAŞ Û MUSLIM AXAFTVAN IN
Partiya Demokratîk a Gelan-HDP di Konferansa 26’ê Îlonê ya li paytexta DYA Washîngton li dar bixe de wê pirsgirêka Kurd û têkoşîna bi DAIŞ re di asta navneteweyî de nîqaş bike. Di konferansa bi mijara, “Li Rojhilata Navîn Realîteya Nû ya Kurdistan: Rîsk, Bendewarî û Firsend” de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, nûnerê siyasî yê Rojava Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî wê tevlî bibin. Lê belê Muslimê ketina wî ya DYA tê astengkirin dê vê carê dîsa bi rêya Skype biaxive. Li gel nûnerê Herêma Federal a Kurdistan ê Washîngton Karwan Zebarî alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek siyasetmedarên Kurd û rewşenbîr jî wê di konferansê de biaxivin.
Di konferansê de wê rola Kurdan a di Rojhilata Navîn de û tevkariya wan a di rewşa heyî de bi perspektîfên cuda bên dest girtin. Organîzator diyar dikin ku bi vê konferansê re armanc dikin, derdorên dîplomatîk û akademîk û medyaya DYA bê agahdarkirin û pirsgirêka Kurd li DYA bikeve rojevê.
Di daxuyaniya Ofîsa HDP’ê ya Washîngton de hat diyarkirin ku di konferansa ku wê li Kulûba Çapemeniyê ya Neteweyî pêk bê ‘Bihara Ereban’ a li Rojhilata Navîn cihê xwe ji reşbîniyê re hişt û pirsgirêka Kurd bi hemû aliyê xwe ve bê destgirtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybet pêşveçûnên demên dawî yên li Iraq û Sûriyeyê ji bo Kurdistanê hem rîsk, hem jî firsendan digire nav xwe. Dîsa di daxuyaniyê de girîngiya piştevaniya raya giştî ya navneteweyî ya bi Kurdan re hat destnîşankirin û hat gotin ku konferans bi vî aliyê xwe ve wê bersivê bide pêdiviyeke girîng.
Di konferansê de nûnerên HDP, PYD û CHP’ê û li gel nûnerên Êzidiyan wê gelek akademîsyen û rojnamevanên Tirk jî amade bin.
SALA BUHRÎ JÎ HATIBÛ KIRIN
Wê ev konferans wek dewama konferansa sala buhrî ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibû organîzekirin be. Di konferansa 28’ê Cotmehê ya BDP’ê li Washîngton yekem car li dar xistibû siyasetmedar, dîplomat, akademîsyen û rojnamevanên DYA’yî eleqeyeke zêde nîşan dabûn. Organîzetoran diyar kiribûn ku ji bo Kurd li DYA xwe hê zêdetir bidin naskirin û vegotin kombûnên wiha firsendek e û biryar girtibûn ku konferans her sal bê lidarxistin.