Li Wanê roja 15’emîn: Em bi paş ve gavan neavêjin!

Li Wanê çalakiyên protestokirina qeyyûmên dagirker di roja 15’an de ye. Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan di çalakiyê de axivî û got ku wê gel tu carî bi paş ve gavan neavêje.

Li Wanê çalakiyên protestokirina qeyyûmên dagirker di roja 15’an de didome. Parlementerên HDP’ê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Şevîn Coşkûn û Habîb Eksîk tevlî çalakiya li pêşiya avahiya HDP’ê ya Rêya Hevrîşmê bûn.

Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan diyar kir ku 5,10 salan carekê li welat darbeyek pêk tê û di 19’ê Tebaxê de darbeyeke sivîl hatiye kirin. Orhan got ku “Di hilbijartina 31’ê Adarê de gel îradeya xwe daye nîşandan. Lê feraseta vesayetê bi darbeyeke siyasî îradeya gel desteser kiriye.  Bi vê derbeyê re welat ber bi kendaleke tarî ve diçe.

Bi van polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd welat nayê birêvebirin û di dîrokê de em her dem bûne şahidên vî tiştî. Divê doza Kurdan bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Qeyyûm talan û dizî ye.  Lê desthilatdariya AKP’ê vê talan û dizîtiyê didomîne. “

‘EM Ê BI PAŞ VE GAVAN NEAVÊJIN’

Orhan got ku “AKP û qeyyûm demeke dirêj wê nemînin. Em ê îtîrazên xwe bidomînin. Bi hincetên pûç, hevşaredarên me ji peywirê hatine stendin. Em vî tiştî qebûl nakin. Hevşaredarî xeta me ya mor e. Heta ku îradeya gel bi cih were,em ê têkoşîna xwe bidomînin. “

Çalakî bi tilîlî û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.