Li Wanê HDP û DBP xebatên NA hatin destpê kirin
Li Wanê têkildarî referandûmê xebatên NA ji aliyê HDP û DBP'ê ve didomin.
Li Wanê têkildarî referandûmê xebatên NA ji aliyê HDP û DBP'ê ve didomin.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajarê Wanê, xebatên referandûmê bi şêweyê serdana esnafan û civînên gel didomînin.
Xebat li navçeyên Tûşba û Rêya Armûşê hatin meşandin. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan û Adem Geverî û Heyeta ku ji Rêveberên HDP û DBP'ê yên rêxistina bajêr pêktê rastî eleqeyek mezin ya gel tên.
'WÊ DENGÊ ‘NA’ MEBI SER BIXE’
Serdana pazara Tûşba hat kirin û belavokên 'NA' hatin belavkirin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr rastî eleqeyek mezin ya gel hatin û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan behsa girîngiya referandûmê û derketina dengê 'NA' kir.
Botan wiha got; "Ji rewşa niha ku me bi ser bixe tenê hilbijartina 'NA' ye. Li çar parçeyê êrîş li ser Kurdan heye. Kurd jî dijî van êrîşan tenê dikare bibe yek beden û bersiva van êrîşan bide. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de çawe Kurdan dersek dan, heman dersê wê di 16'ê Nîsanê de jî bide û ti gumanên me nîne. Ji ber ku tiştên tên jiyîn gelê me rastiya wê dibîne û analîz dike."
Botan piştre serdana esnafên AVM ya Wanê kir û li vir bi esnafan re hat gel hev û behsa girîngiya referandûmê kir û piştgirî xwest.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî serdana esnafên ku li taxa Halîlaga kir û pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Geverî ji aliyê esnafan û gel ve rastî eleqeyek mezin hat.
Jinên DBP û HDP'yî yên ku beşdarî aktiviteyê bûyin jî gel daxwazî aktivîteya 8'ê Adarê kirin.
Herî dawî Geverî û yên li gel wî serdana esnafên li AVM ya Perihanoglû kirin û pirsgirêkên wan gundar kirin.