Li Wanê greva birçîbûnê: Heta tecrîd were şikandin wê bidome!

Bi mebesta desteka li çalakiya grêva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku li dijî tecrîdkirina Ocalan daye destpêkirin, greva birçîbûnê ya ku hatî destpêkirin kete roja duyan.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven kete roja 27'an, her wiha bi pêşengiya parlamenterên HDP'ê li Wanê bi mebesta destekdayinê greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Greva birçîbûnê ya ku parlamenterên HDP'ê Saît Dede, Muazzez Organ û Murat Sarisaç ji bo sê rojan dane destpêkirin, kete roja duyan. Ji navçeyên Wanê gel tê serdana çalakiyê.

Têkildarî greva birçîbûnê Parlamentera Wanê ya HDP'ê Muazzez Organ got, ''Leyla Guven bi heq e. Ji bo aştiyê qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divêtiyek e. Tecrîdkirina Rêzdar Ocalan tecrîda li ser hemû gelan e. Çalakiyên ku bi mebesta destekdayina li Rêzdar Guven, heta ku tecrîd were şikandin wê domdar be."

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî got, ''Leyla Guven li gel ku di nav çar dîwaran de ye jî bûye dengê gelê me. Rêzdar Guven ji bo tecrîdkirina Rêzdar Ocalan biqede pêşengî ji me re kiriye. Ji bo tecrîdkirina Rêzdar Ocalan biqede çalakiyên me wê bidomin. Li Tirkiyê çavnebarî ji tiştektî re nameye. Ev jî vê nîşan dide; heta ku tecrîd ranebe wê faşîzm bidome."