Li Wanê girtiyan mîna koleyan didin xebitandin

Şaredariya Tûşba ya Wanê girtiyên edlî bi zorê û bi heqdestê kêm wan didin karkirin û bi nanê çêdikin pere bidest dixe. Nanpêj ji vê nerazî ne.

Şaredariya Tûşba yê AKP’yî ku nikare Nanpêşeke ya Gel ava bike serî li rêbazeke nû da. Şaredarî bi rêveberiya girtîgehê re li hev kirin, girtiyên edlî li nava nanpêşê rojane bi 10 TL didin karkirin û nanê ji vir tên hilberandin difiroşin gel.

Di nanpêşên girtîgehê de ku rojane 7-8 hezar nan tên berhevkirin, rêveberiya girtîgehê û şaredarî pereyeke zêde bidest dixe, girtî û hikûmxwarî mîna koleyan didin karkirin.

Serokê Şaredariya Tuşba yê AKP’yî Fevzî Ozgokçe, li navçeyê li 8 nuqteyan bufe vekiriye û ji hêza hikûmxwarina sûdê werdigire.

Bikaranîna girtiyan a mîna koleyan û pere ji vê qezençkirin rê li ber nerazîbûnan vekirin.

ROJANE BI 10 TL KAR DIKIN!

Esnafên girêdayî Odeya Nanpêşan, anî ziman ku nikarin heqdestê nanên ku dihilberînin derbixin û got: “Ji xwe sutemenî pir biha bûye.Di rewşeke wiha de Şaredariya Tuşba bê ku heqê elektirîk, kirê, sîgorta li girtîgehan rojane bi beramberî 10 TL hikûmxwariyan mîna koleyan bikar tîne û pereyên bê hiqîqî bidest dixe.”

‘KEDÊ DIXWIN Û ŞAREDARIYA BÊKÊR…’

Rêveberên Odeya Nanpêjên Wanê jî ev tişt got: “Pirsgirêkek têkildarî mecên karkirina hikûmxwariyan heye. Li gorî wê divê karê ku pereyek zêde jê neyê destxistin bê kirin. Şaredariya Tuşbayê ji vê karî pereyeke zêde bidest dixe, li vir dedxwarî heye, sûdê ji keda girtiyan digirin. Eger ku Şaredariya Tuşbayê dixwaze nanekî bi kalîte û xweş çêbike çima nanpêşeke gel venake? Karekî ku sûdê ji keda girtiyan tê girtin û li ser wê heqekî zêde digire heye. Serok Şaredariya Tuşba Fevzî Ozgokçe dixwaze fatûreya binektina xwe gel bigire.”