Li Wanê girtî ev 52 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyên siyasî li dijî pêkanînên Rewşa Awarte greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Greva birçîbûne di roja 52’emîn de bi komeke nû didome.

Girtiyan di 14’ê Îlonê de greva birçîbûnê ya bi dorveger dabûn destpêkirin. Komên 6-7 kesî ji bo 10 rojan diketin greva birçîbûnê. Di roja 52’emîn de komeke nû ev çalakî dewr wergirtin.

Hate diyarkirin ku Fîkret Yîgît, Mehmet Saît Sayilgan, Faysal Erîpek û Îskender Zere çalakî wergirtine.

Girtiyan diyar kirin ku, daxwazên wan ev tişt in: “Divê binpêkirinên mirovan û tecrîda li ser girtiyên siyasî were bidawîkirin, têlên li ser hewşan were rakirin, di hevdîtinên rûbirû û di yên din de kontrola kêfî were rakirin, radyoyên ku ji wan hatine stendin divê dîsa bidin wan, divê maweya bêhnstendina li hewşê ya girtiyên muebeta girankirî were zêde kirin, girtiyên sûcên din û yên siyasî nexin heman korîdorê.”