Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin

Dewleta Tirk danê sibehê li Wanê û navçeyên wê li dijî gelek malan operasyonên serdegirtinê pêk anîn û di encama serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatine binçavkirin.

Serdegirtin danê sibehê li Wanê û navçeyên wê pêk hatin. Di encama serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatine binçavkirin. Li gorî parêzeran dibe ku hejmara binçavkiriyan bigihîje 60’î jî. Egera binçavkirinan nehate eşkerekirin.

Navên binçavkiriyên hatine zanîn ev in: 

Can Goren, Erol Sarî, Mesut Uçer, Îsmet Yakût, Vedat Balik, Dîyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdûlkadîr Akdag, Şahîn Ozturk,Bûlût Kanak, Azad Kaya û Ozgur Dûman.