Li Wanê berxwedana karkerên Îş-Kur mezin dibe
Li Wanê berxwedana karkerên Îş-Kur mezin dibe
Li Wanê berxwedana karkerên Îş-Kur mezin dibe
Karkerên piştî ji kar hatin derxistin demeke dirêj e di nav berxwedanê de ne, tevî zextan jî dest jit êkoşînê bernadin. Karker rojên buhrî di derketina Wanê de rastî êrîşa polîsan hatibûn û nêzî 200 karker hatibûn binçavkirin.
7 hezar û 286 kedkarên Îş-Kur ên di meha Hezîranê de ji kar hatin derxistin, piştî berxwedana 90 rojan Wezîrê Kar Faruk Çelîk soza "Hûn ê dest bi kar bikin” hatibû dayîn. Karkerên berî niha bi 2 rojan bi Parlamenterê Wanê Burhan Kayaturk re hevdîtin pêk anîn, piştî hat gotin ku wê tenê hezar karker vegerin kar biryara çûna Enqereyê dabûn. Karker ber bi Enqereyê ketibûn rê rastî êrîşa polîsan hatin. Herî dawî karkerekî ku hewl da xwe bikuje mexdûriyeta karkeran di raya giştî de zêdetir bû rojev.
‘NE GULEYÊN PLASTÎK ÊN BI RASTÎ JÎ BIAVÊJIN ME EM DEST JÊ BERNADIN’
Polîsan bi tundî êrîşî karkeran kirin û rojnamevan jî derb kirin. Metîn Can ê guleya plastîk li bedena wî ket got ku polîs timî mudaxeleyî mafên wan ê demokratîk dike.
Can wiha dewam kir, “Her meşa me ya ber bi Walîtiyê rastî mudaxeleya polîsan hat. Lewma me xwest em biçin Enqere. Lê mudaxeleyî wê jî kirin.” Can got ku di dema mudaxeleyan de guleya plastîk lê ketiye û diyar kir eger guleya rastî jî lê bikeve wê dest ji têkoşîna xwe bernede.
‘WALIYÊ WANÊ HEWL DIDE ME Û DBP’Ê BÎNE PÊŞBERÎ HEV’
Karkerê bi navê Arafat Demîr ê di êrîşa polîsan de hat binçavkirin û piştî bi rojan di Midûriyeta Polîsan de di bin çavan de ma, hat berdan diyar kir ku sedema evqas êrîşên li hember wan mafdariya wan e û wiha domand, “Wê ev encam negirin. Waliyê Wanê hewl dide me û Şaredariya DBP’ê bîne pêşberî hevdu. Lewma timî dibêje, ‘Biçin bila şaredarî çareseriyê ji we re bibîne.’ Em mexdûr in û tu carî em ê dest ji mafê xwe bernedin.”
AKTAŞ Ê HDP’YÎ REWŞA KARKERAN ANÎ ROJEVA MECLÎSÊ
Di vê navberê de ji ber bûyer mezin bûn, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Kemal Aktaş, bi armanca Wezîrê Kar Faruk Çelîk bersivê bide pêşniyarpirsek da Meclîsê.