Li Wanê 4 siyasetmedarên Kurd dîsan hatin destgîrkirin

Li Wanê 4 siyasetmedarên Kurd ku 10’ê Sibatê hatibûn berdan, hê 48 saet bi ser berdana wan re derbas nebûyî dîsan hatin destgîrkirin.

Li Wanê 10’ê Îlona 2019’an polîsên Tirk bi ser malan de girtin û Hevseroka berê ya bajêr ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yadîşen Karabûlak, Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Yildiz, endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Saît Kiliç, Fikret Dogan û ÎbrahÎm Sûngûr 10’ê Sibatê derketin pêşberî dadgehê.

Di rûniştina doza yekem a li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê siyasetmedar3en Kurd hatibûn berdan lê li ser îtiraza dozger dîsan hatin destgîrkirin. Îtiraza dozger ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hate qebûlkirin.

Siyasetmedar birin şaxê TEM’ê û tê payîn ku roja Pencşemê (Sibê) dîsan derkevin pêşberî dadgehê.