Li Wanê 32, li Bûrsayê jî 2 kes hatin girtin

Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li Wanê 32, li Bûrsayê jî 2 kes hatin girtin.

Operasyonên AKP/Qesrê yên qirkirina siyasî, dewam dikin. Li navçeya Erdîş a Wanê 32, li Bûrsayê jî 2 kes hatin girtin.

WAN

Ji 51 kesên di 17'ê Mijdarê de li navçeya Erdîş a Wanê hatin binçavkirin, 32 kes hatin girtin. 51 kesên hatin binçavkirin, ku di nav de rêveberên HDP û DBP'ê jî hene, duh êvarê sewqî edliyeyê hatinkirin. 19 ji wan ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. Lê belê 32 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin.

BÛRSA

Li Bûrsayê jî ajokarê Mînîbusê Huseyîn Doken û karkerê înşaetê Ramazan Guner ên ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî hatin binçavkirin, bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê" hatin girtin. Doken û Guner şandin Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê.